14 September 2026 - 16:42
Source: kmr.abna24.com
«Ewropa xeleka dorpêçên li ser niştecihên (setlementên) Siyonîst tengtir dike; ji qedexekirina îthalatê heta cezayê 10 salan girtîgehê ji bo binpêkera

«Li hember bilindbûna rexneyên navneteweyî yên derbarê berfirehkirina koloniyên rejîma Siyonîst li Kenara Rojava, gelek welatên Ewropî û Kanada dest bi ferzkirin an jî amadekirina yasayên tund kirine bo qedexekirina bazirganiya bi koloniyên Siyonîst re; yasayên ku li hin welatan cezayên heta 10 salan girtîgehê, sizayên madî yên giran û desteserkirina mal û milkên kompanyayên ku van yasan binpê dikin, bi xwe re tîne.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –Tora Îbranî ya “Kan” li ser tundkirina tedbîrên çend welatên rojavayî yên li dijî bazirganiya bi koloniyên Siyonîst ên li Kenara Rojava raporek weşand û ragihand ku Norwêc, Holanda, Brîtanya, Kanada û Fransa gav avêtine bo ferzkirin an cîbicîkirina astengiyên bazirganî û tawanbarî li dijî kes û kompanyayên ku bi hilberên koloniyên Siyonîst re bazirganiyê dikin. Ev pêşhat piştî helwesta hevbeş a 12 welatan a derbarê sînordarkirina bazirganiya bi koloniyên li axa dagîrkirî ya Kenara Rojava hatin.

Norwêc di rêya sûc hesibandina bazirganiya bi koloniyan re

Li gorî rapora “Kan”, karbidestên Norwêcî binesaziya yasayî ya plansiyekê amade dikin ku eger bê erêkirin, dê cezayên girtîgehê ji bo bazirganiya bi kelûpelên ku di koloniyên Siyonîst de têne hilberandin, bîne.

Li gorî vê raporê, dibe ku ev yasaya cezayên heta sê salan girtîgehê ji bo aliyên ku bi bazirganiya kelûpelên koloniyan re mijûl dibin, bi xwe re bîne.

Espen Barth Eide, Wezîrê Derve yê Norwêcê, di parlamentoyê de baweriya xwe bi erêkirina vê yasayê anî ziman û got ku argumanên piştgiriya vê pêngavê, ji ber xirabbûna rewşa Kenara Rojava û zêdebûna tundûtûjiyê, bihêztir bûne.

Wî her wiha îdia kir ku Îsraîl di paşerojê de hewl dida rexneyên li ser kiryar û binpêkirinên xwe yên yasayên navneteweyî bi tohmetbarkirina welatên rojavayî bi “antî-semîtîzmê” bêbandor bike, lê li gorî wî, ev rêbaz êdî ne wekî berê bandor e.

Holanda; 6 sal girtîgeh û desteserkirina mal û milkên kompanyayên binpêker

Li Holandayê, fermaneke îdarî ji 22ê Îlonê ve dikeve rewacê, ku li gorî wê, qedexekirina îthalat û firotina hilberên koloniyên Siyonîst dê bikeve çarçoveya yasayên sûcên aborî yên vî welatî.

Li gorî rapora “Kan”, binpêkirina van rêziknameyan dikare bibe sedema cezayên heta 6 salan girtîgehê, cezayên darayî yên giran û tewra desteserkirina mal û milkên wan kompanyayên ku bi koloniyan re bazirganiyê dikin.

Ev pêngava Holandayê di demekê de ye ku welatên Ewropî zêdetir xemxwarî li hember berfirehkirina koloniyên rejîma Siyonîst nîşan dane, bi taybetî plansiya kolonîkirina “E1” a nêzî Qudsê. Welatên ku piştgiriya van tedbîran dikin bawer dikin ku berfirehkirina koloniyan dikare bêtir derfetên gihandina çareseriya du-dewletî têk bibe.

Brîtanya; Cezayên heta 10 salan girtîgehê

Brîtanya jî di nav wan welatan de ye ku çalakiyên xwe yên li dijî bazirganiya bi koloniyên Siyonîst re tundtir kiriye. Li gorî rapora tora Îbranî, London bi karînana kapasîteyên yasayî yên heyî yên di warê dorpêç û şûştina pereyan de, dixwaze qedexeyeke berfireh li ser bazirganiya bi koloniyan re ferz bike.

Li gorî vê raporê, binpêkirina bi qestî ya sînordarkirinên îxracat an bazirganiyê yên têkildarî koloniyan, dikare li gorî yasaya Brîtanyayê wekî sûc bê hesibandin û cezayê heta 10 salan girtîgehê bi xwe re bîne.

Hikûmeta Brîtanyayê di demên dawî de qedexekirina îthalata kelûpelên ku di koloniyên Siyonîst ên Kenara Rojava de têne hilberandin ragihand û her wiha li ser kompanyayên ku di warên mîna avahîsazî, binesazî, milk û fînansekirina koloniyan de çalak in, astengî ferz kirin.

Kanada û Fransa jî tevlî pêvajoyê bûn

Kanada, ligel Brîtanya û Fransa, pêvajoya ferzkirina sînordarkirinên bazirganî yên li dijî koloniyên Siyonîst dest pê kiriye. Li gorî rapora hatî weşandin, binpêkirina van sînordarkirinan li Kanada dikare cezayê heta pênc salan girtîgehê bi xwe re bîne.

Li Fransayê jî, mekanîzmaya yasayî ya pêwîst bo cîbicîkirina qedexeya bazirganiya bi hilberên koloniyan re tê amadekirin û ji bo binpêkeran cezayên heta pênc salan girtîgehê û cezayên darayî yên wekhevî nirxê kelûpelên qaçax, hatine pêşniyarkirin.

Çalakiyên Brîtanya, Fransa û Kanada beşek in ji pêleke nû ya zextên welatên rojavayî yên li ser siyaseta kolonîkirinê ya rejîma Siyonîst. Ev sê welat diyar kirine ku armanca van tedbîran rûbirûbûna berfirehkirina koloniyan û tundûtûjiya kolonîneran e û piştgirîkirina derfeta pêkanîna çareseriya du-dewletî ye.

12 welatên rojavayî li dijî bazirganiya bi koloniyan re

“Kan” her wiha van pêşhatan wekî berdewamiya daxuyaniya hevbeş a 12 welatan dihesibîne, ku tê de Brîtanya, Fransa, Kanada, Danîmarka, Fînlanda, Îzlanda, Îrlanda, Norwêc, Polonya, Portekîz, Spanya û Swêd tekezî li ser piştgiriya ferzkirina sînordarkirinên bazirganî li ser kelûpelên koloniyên Siyonîst kirin.

Van welatan ragihandine ku ew yan sînordarkirinên neteweyî amade dikin yan jî piştgiriya ferzkirina sînordarkirinên Ewropî yên li ser bazirganiya bi koloniyên ku li gorî yasaya navneteweyî neqanûnî têne hesibandin, dikin.

Berteka tund a rejîma Siyonîst

Çalakiyên nû yên welatên rojavayî bi berteka tund a rejîma Siyonîst re rûbirû mane. Di bersiva dorpêçên Brîtanya, Fransa û Kanada û piştgiriya welatên din de, Tel Avîv ragihand ku di nav tedbîrên din de, dê konsulxaneya Brîtanyayê ya li Qudsa Rojhilat bigire û sînordarkirin li ser hejmarek ji karbidest û welatiyên Brîtanyayî ferz kirine.

Di vê navberê de, karbidestên Siyonîst van çalakiyan wekî destwerdana di karûbarên navxweyî yên Îsraîlê de binav dikin, dema ku welatên dorpêçker tekez dikin ku siyaseta kolonîkirinê û tundûtûjiya kolonîneran astengiyeke cidî ye li hember çareseriya du-dewletî û aramiya herêmî.

Zêdebûna van zextên aborî û yasayî nîşana kûrbûna nakokiya di navbera rejîma Siyonîst û hejmarek ji hevpeymanên wê yên kevneşopî yên rojavayî de ye derbarê siyaseta kolonîkirina li Kenara Rojava; her çend nirxandinên medyayî diyar dikin ku bandora aborî ya rasterast a van dorpêçan li ser bazirganiya giştî ya Îsraîlê sînordar be, lê ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve dikare bibe nîşana îzolasyona zêdebûyî ya rejîmê.

…

Dawiya peyamê

Etîket (Tags):

  • Ewropa
  • Rejîma Siyonîst
  • Koloniyên Îsraîlî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha